Şarkı Sözleri: Mem ARARAT - Keziyên Yarê

 Şarkı Sözleri: Mem ARARAT - Keziyên Yarê


Keziyên yarê bi gul e,bi gul e çavxezal

Rûken e çav bi kil e,çav bi kil e delal

Hûrik hûrik dikene dikene ez heyran

Lê bi kul û keser e,êşiyaye çavxezal


Dîlbera li ber behra Wanê min di xewnekê de dît

Çavhunguvê min li ber pela çiyayê Sîpanê dît

Qencîya ezdayê mezin derxist pêşberî min

Ez qurbana esaletê xelata birînên min

Qenciya homayê mezin derxist pêşberî min

Ez qurbana esaletê xelata birînên min


Keziyên yarê bi rihan e,bi rihan e çavxezal

Mîna kulîlkan bêhn dide,bêhn dide Mem bi qurban

Tu dibêjî qey çemek av e,ava herî zelal

Ger vexwum ez ê nemrim,ez ê nemirim tucar

Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal

Ger venexwum ez ê bimrim,ez ê bimirim her car


Li berûberê behra Med an darek zeytûnê me

Êşiya me,talan bûme çavên min li rê ye

Dema tu li neqeba tarî derket pêşberî min

Kenê min ê zarokatî te anî bîra min

Dema tu li neqeb tarî derket pêşberî min

Kenê min ê zarokatî te anî bîra min

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HİRAİZERDÜŞ - KURBAN OLURUM ŞARKI SÖZLERİ

SİBEL ÖCAL - EGE'YE GİDELİM ŞARKI SÖZLERİ

Şarkı Sözleri: Rubar Amed (Feat Hêvinka) Bêzari