Mem ARARAT - Lorî Şarkı Sözleri
Mem ARARAT - Lorî Şarkı Sözleri
Lorî rihana li bexçê ruhê min
Şax vede û mezin bibe
Li bin banê stêran û bi bayê çiyayan
Mezin bibe weke tayek rihan
Lorî lorî cergê min lorî
Lorî lorî lorî lorî emrê min lorî
Lorî lorî berxa min lorî
Lorî lorî lorî lorî dilê min lorî
Binase xaka xwe
Himbêz bike vê dinyayê
Binase eslê xwe
Û guh bide dengê dilê xwe
Hîn bibe peyvên hezkirinê
Hîn bibe kedê û bedewîyê
Bizanibe kul jî hene li vê dunyayê
Bizanibe hezkirine dermanê wê
Lorî lorî kara min lorî
Lorî lorî lorî lorî ruhê min lorî
Lorî lorî berxê min lorî
Lorî lorî lorî lorî dilê min lorî
Comments
Post a Comment